Şêniyên Qamişlo sûcên li dijî jinên Efrînê şermzar kirin

Vê dawî dagirkeriya Tirk cezayê darvekirin û girtina heta-hetayî li jinên Efrînê birîn.
Ev yek li herêmê rastî bertekên tund hatin.
Li Qamişlo, Hesekê, Dêrazor û Şehbayê bi çalakiyan sûcên li dijî jinên Efîrnê hatin şermzarkirin.
Her wiha bang li aliyên peywendîdar hat kirin ku li dijî van binpêkirinan bi erkên xwe rabin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî cûsên xwe ên derheqê şêniyên resen dewam dikin.

Dagirkeriya Tirk her dawî cezayê davekirin û girtina hetahetayî li jinên Efrînî birî.

Li herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê cûs û hovîtiya dewlet Tirk a dagirker hate şermezarkirin.

Kongra Star li Qamişlo ji bo şermezarkirina sûcên li dijî jinên Efrînê meşek li dar xist.

Meş li ber avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY’ê veguherî mêtingê.

Li wir Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed axivî û balkişand li ser binpêkirinê li Efîrnê û wiha got:

“Bi guhertina demografiyê, girtin û revandina şêniyan li Efrînê têr nebû, ji bo şikandina îradeya jinan cezayan dide.

Em ê jî bi îradeya jinên azad li hemberî dagirkeriyê derkevin.

Kongra Star a Hesekê: Sûcên li dijî jinan sûcên li dijî mirovahiyê ne

Li Hesekê jî bi heman ramancê kongra Star daxuyaniyek da.

Hate diyarkirin ku li herêmên dagirkirî bi taybetî li Efrînê jin bi tundiyê re rû bi rû ne û wiha hate gotin:

“Ji zewaca zarok bigre heta bidarvekirin û kuştinê û li dijî xwezayê êriş û şerekî qirêj tê kirin.

Ev sûcên li dijî mirovahiyê ne.”

Jinên Dêrazorê: Divê jin li dijî van kirinan bê deng nemînin

Bi haman armancê, jinên Dêraozrê daxuyaniyek da, bang li tevahî jinên cîhanê, bakur û rojhilatê sûriyê û rêxistinên mirovî kir ku li dijî van sûcan bê deng nemînin.

Jinên Şehba: Divê aliyên peywendîdar bi erkên xwe rabin

Li şehbayê jî meclisa jin a PYD mêtingeke li dar xist.

Jinan bêdengiya Navnetweyî li hemberî van kirinan rexne kirin.

Her wiha bang li aliyên peywendîdar kirin ku li dijî van binpêkirina bi erkên xwe rabin.

Back to top button