Şêniyên kantona Cizîrê êrişên dagirkeriyê şermzar kirin

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê rastî bertekan tên.
Li herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk bi çalakiyan hatin şermzarkirin.
Xelkên herêma Cizîrê eşkere kirin ku ew ê bi berxwedan û tekoşîna xwe li pêş dagirkeran bisekinin.

Li hember êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker şêniyên bajar û navçeyên kantona Cizîrê bi dirûşma “Li hember êrişên Tirkiyê em ê li ber xwe bidin” meşiyan.

Di vê çarçoveyê de, Li Dêrikê meşek hate lidarixstin.

Piştî ku meş veguherî mêtingê, hevserokê Şaredariya Gel a Dêrikê Ciwan Hesen axivî û got:

“Berxwedana li hember êrişan berdewam e û madem gelê herêmê şopdarên fikrên Rêber Abdullah Ocalan e, kesek nikare vîna wî bişikîne.”

Şêniyên navçeya Girkê Legê jî bi meşekê nerazîbûna xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan da.

Di çalakiyê de, kesên axivîn bang li gelê herêmê kirin ku heta hesab ji dewleta Tirk were pirsîn, li kolanan bin.

Bi heman armacê, xelkên Çilaxa li qadan bûn.

Girseya gel heta Çerxerêya Şehîd Mahsûm meşiya.

Li wir endamê Însiyatîfa Gel û hevserokê Şaredariya Gel a Çilaxa Feysel Hesen axivî û got li hember êrişan, xelkê herêmê berxwedan kiriye bingeh.

Şêniyên Tirbespiyê jî daxuyaniyek dan.

Xelkê Tirbespiyê bang li gel kirin ku li hember êrişan û siyasetên şerê taybet baldar bin.

Ev der jî Amûdê ye.

Bi xwepêşandanekê êrişên dagirkeriya Tirk a dagirker li dijî herêmê hate şermezarkirin.

Meş li pêş bargeha hêzên Rusî li navçeyê veguherî mêtingê.

Li vir jî hevserokê meclisa navçeya Amûdê Silêman Şêxo bêdnegiya Rûsya û Navneteweyî li hemberî êrişan şermzar kir.

Silêman Şêxo eşkere kir ku ew ê bi berxwedan û tekoşîna xwe li pêş dagirkeriyê biseknin.

Paşê şandeyek ji xwepêşandêran bi rêveberiyên bargeha Rusî re civiyan.

Piştî civînê, rêveberên bargehê eşkere kirin ku ewê daxwazên gel ji aliyê peywendîdar re bişînin.

Dewleta Tirk stasyona Petrolê ya Tirbespiyê bombebaran kir

Back to top button