Şêniyên herêma Firatê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Eyn Îsayê kom bûn.
Ji bajarên Minbic, Reqqa, Tebqa û Dêre Zorê bi hezaran kes bi mîtîngekê dagirkerî û sûcên şer yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Di mitîngê de hate diyar kirin ku gelê Sûriyê ti carî dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nake û li dijî vê li ber xwe bide.
hinek silogan di nav de biherikînin
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin.
Li navçeya Eyn Îsayê bi hezaran şêniyên herêma Firatê yên ji bajarên Minbic, Reqqa, Tebqa û Dêre Zorê mîtîngek li dar xistin.
Di mitîngê de li ser navê Partiya Sûriya Pêşeroj Îbrahîm El-Qeftan axivî û diyar kir ku Erdogan ji gelê Sûriyê dixwaze ku dagirkeriyê qebul bikin, lê gelê Sûriyê bi berxwedan û têkoşîna xwe bersivê dide Erdogan.
Îbrahîm El-Qeftan bang li gelê Sûriyê kir ku li her deverê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin ser piyan.
Li ser navê Şêx û rûsipiyên herêmê jî Şêx Hisên El-Elî axivî.
Bertekên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk
Şêniyên herêma Firatê: Xwîna diherike rawestînin
Şêx El-Elî berxwedana ku QSD’ê li dijî dagirkeriya Tirk pêk tîne, silav kir û diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin berxwedana QSD’ê.
Hisên El-Elî ji bo aloziya li Sûriyê û xwîna diherike bi dawî bibe bang li rejîma Sûriyê kir ku ji diyalogê re vekirî be.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Şemis Salih jî di axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin.
Piştî mîtîngê şandeyek ji 4 kesên ji kantona Girê Spî çûn navenda Rusan a li navçeya Eyn Îsayê û daxwazên gel gihandin.
Xwepêşandêran di dawiya mîtîngê de wêneyê Serokkomarê Tirk Erdogan şewitand û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xakên Sûriyê şermezar kir.
Piştî mitîng bi dawî bû girseya gel tevlî çalakiya mertalên zindî ya li Eyn Îsayê bûn.