Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya tundiya li dijî jinên Til Semin şermezar kir

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi daxuyaniyekê tundiya li dijî her dû jinên ciwan ên li gundê Til Semin yê girêdayî bajarê Reqayê pêk hatibû şermezar kir û banga hesabpirsînê kir.

Di daxuyaniyê de îşaret bi tundiya li ser jinan hate kirin û wiha hate gotin:

Di demekê de ku hemû jin bi coş û îradeyeke xurt çalakiyan li dar dixin, li herêmê hîn jî diyar dibe ku îradeya jinan tê astengkirin û nahêlin jin mafên xwe bistînin.

Em zîhniyeta hovane û tundiya li dijî 2 jinên ji gundê Til Semin ya bajarê Reqayê ye şermezar dikin.

Meclisê di dewama daxuyaniyê de teqezî bi domandina têkoşînê li dijî hemû cûreyên tundî û zordestiyê kir û wiha hate gotin:

“Em teqez dikin ku wê bersiva herî xurt a li hemberî binpêkirinên ku li dijî me têne kirin bidin.

Armanca me avakirin civakeke demokratîk, Em ê li hemberî hemû cureyên tundî, zordestî û tevahî binpêkirinên li dijî jinan bisekinin.

Back to top button