Şehîd Bişeng û Sara bi meşekê li Şehbayê hatin bibîranîn

Ciwanên bajarê Şehba, Reqa û Hesekê ji bo bîranîna şehîd Bişeng Birûsk û Sara Hogir Riha meşiyan.
Di meşan de soza domandina riya şehîdan heta pêkanîna armancên wan hate dayîn.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo bîranîna şehîd Bişeng Birûsk û Sara Hogir Riha meşek li kantona Şehbayê li darxist.

Meş ji navçeya Ehdas heta pêşiya baxçeyê Rêber Apo ya li gundê Maratê pêk hat.

Piştre li wir meş veguherî mitîngê.

Li ser navê Tevgera Ciwanê Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Efrîn û Şehba Emîne Ebdo sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Xelkê Hesekê şehîd Sara û Bîşeng bi bîr anîn

Bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê jî daketin qadê.

Li vir jî di axaftina li ser navê tevgerê hat dayîn de hate diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe nikare vîna wan bişkîne.

Her wiha bang li hemû jinên ciwan hate kirin ku serî hildin û tola şehîdên xwe rakin.

Back to top button