Li Derya Spî keştiya koçberan binav bû ji 130 koçberî kes xelas nebû

Rêxistina civaka sivîl SOS ku li peravên Lîbyayê li dorî keştiyekê derdorî 10 cenaze dîtine. Li Derya Spî keştiya koçberan binav bû, ji 130 koçberî kes xelas nebû.
Cenazeyê 10 koçberan jî li peravên Lîbya hatin dîtin.

Alarm Phone ya di demê zehmet de têkildarî koçberan bi dildarî sîstemeke ya hişyariyê ye, roja Sêşemê rêxistina civaka sivîl agahdar kiriye.

Alarm Phone ragihandinbû ku li peravên Lîbyayê 3 keştî dîtine.

Ocean Vîkîng û 3 keştiyên bar li gel ku girêdayî saziya civaka sivîl a navenda wê li Marsîlyayê ye, çûn qadê, Keştiyeke ya bar 3 cenaze tesbît kirin.

Piştre jî wesayîteke Frontex a saziya çavdêriyê ya sînorên Ewropa çavdêrî dike, keştiya noqî avê bûyî tesbît kir.

Ocean Vîkîng a roja Pêncşemê çû qadê, li derdorî cihê ku keştî noqî avê bûye derdorî 10 cenazeyan dît.

Li gorî Rêxistina Koçberan a Navneteweyî ji 1’ê Çileyê û vir ve piranî Tûnûsî û Lîbyayî yên xwestine ji ser Derya Spî re bigihêjin Ewropayê bi kêmanî 253 kes mirine.

Back to top button