Navalny dawî li çalakiya xwe ya greva birçîbûnê anî

Lîderê mixalîfên Rûsya Alexie Navalny ragihand ku li ser bang û daxwazan, çalakiya greva birçîbûnê bidawî kir.

Alexie Navalny di roja 24. a çalakiya greva birçîbûnê de, ragihand ku dawî li çalakiya xwe aniye.

Navalny bi rêya peyama ku li ser hesabê xwe yê Instagramê weşand.

Lîderê mixalîfên Rûsya diyar kir ku êdî ling û destê xwe hîs nedikir û bizîşkan jî hişyarkirim û gotin, ger çalakiya xwe dewam bikî êdî metirsî wê li ser jiyana te bide avakirin.

Alexie Navalny got:

Ez daxwaza xwe ya ji bo bizîşkên pêwist bi paşde nakêşim.

Di dest û lingê min de bêhalî çêbûye. Ji ber rewşên derketî ez dawî li greva xwe ya birçîbûnê tênin.

Navalny dawiyê de anî ziman ku bi piştevaniya kesên baş yên li cîhanê pêşketinek zêde çêbûye.

Back to top button