Êrîş û topbarana dewleta Tirk li ser navçeya Eyn Îsa û derdora wê ranawestin. Dagirkeran îro dîsa gundên navçeyê topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û komên xwe yên çete gundê Mensûra û derdora bajarê Eyn Îsa topbaran kirin.
Duh êvarê jî dewleta Tirk ya dagirker gundên Hoşan, Xalidiyê û Xwaringeha El-Seqir ên navçeya Eyn Îsayê û her wiha rêya M4 bi çekên giran topbaran kirin.
Artêşa dagirker hemwextê topbaranê jî, nêzî gundê Dibis û li ser xeta gundê Xalidiyê satiran ava dike.