Li Helebê 3’emîn mîhrîcana Hunera Zarokan

Li Helebê bi beşdarbûna 10 koman 3′yemîn Mîhrîcana Hunera Zarokan dest pê kir.

Mîhrîcan ji aliyê Tevgera Hîala Zêrîn ve bi beşdarbûna 10 koman dest pê kir.

Malbatên zarokan, nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û meclis û komînên taxê jî amade bûn.

Endama Rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê Buharîn Sîno li vir axivî.

Buharîn mîhrîcan li tevahî zarokan pîroz kir û got:

“Zarok huner û behreyên xwe pêşkêş dikin.

Dema ku huner deng û rengê zarokan nîşan dide hingî bêgir deng vedide.”

Berpirsa Koma Şehîd Sosin a govendê Şîdam Osman jî axivî û got:

“Em qêrîna zarokên ji ber şer diêşin. Şer jiyana gelek zarokan wêran kir.

Zarokên Sûriyeyê ji nû ve şiyar bûn û careke din bi tiliyên xwe jiyanê xêz bikin.”

Piştî axaftinan, hemû koman stranên xwe gotin.

Her wiha koma Şehîd Sosin govend pêşkêş kirin, şano û wênexêzên zarokan jî hatin pêşandan.

Back to top button