Li Girtîgehên Ekwadorê alozî

Li şeş girtîgehên li Ekwadorê, mehkûman li hemberî operasyonên hêzên çekdar ên dewletê, 57 gardiyan û polîs dîl girtin.

Li paytexta Ekwadorê Quito gel şevek dirêj derbas kir.

Êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî pêk hatin, bombe teqiyan û çek hatin teqandin.

Ev hemû encama nîşandana hêzê ji aliyê sendîkayên sûcên organîze li welêt bû.

Girtiyan 57 gariyan û polîs dîl girtin e

Saziya ji girtîgehên pêwendîdar berpirsyar SNAÎ ragihand ku li şeş girtîgehên cuda 7 polîs û 50 gardiyan ji aliyê mehkûman ve dîl hatine girtin.

Wezîrê Karên Hundir Jûan Zapata di daxuyaniya xwe ya beriya niha de ragihandibû ku li Girtîgeha Cûencayê hemû gardiyan dîl hatine girtin.

Her wiha diyar kir ku mehkûman ji roja Çarşemê ve serdegirtina polîsan şermezar kirine.

SNAÎ ragihand ku bûyera dîlgirtinê dibe ku bersivdana li destwerdana polîsan a li girtîgehan be.

Hêzên dewletê ragihandibûn ku ji bo dîtina amûrên qedexekirî yên di bûyerên tundiyê de têne bikaranîn, gelek caran destwerdan hatibû kirin.

Li Ekwadorê ji sala 2021’ê ve nêzî 430 mehkûman jiyana xwe ji dest dan.

Wezîr Jûan Zapata li paytext Qûîtoyê civîneke çapemeniyê lidar xist û got,

“Di mijara ewlehiya karmendên xwe de em bi fikar in.”

Ji ber pêla tundiyê ya li girtîgehên ku kartelên Meksîka û Kolombiyayî tê de ne, Serokomar Gûîllermo Lasso 24’ê Tîrmehê li sîstema girtîgehê ji bo 60 rojî rewşa awarte ragihand.

Vê tedbîrê rê li ber şandina artêşê ya ji bo girtîgehan vekir.

Komên ku qaçaxçitiya narkotîkê dikin li girtîgehan şerê desthilatdariyê dikin û ji bo operasyonên cuda weke baregehê bi kar tînin.

Dawiya meha Tîrmehê li girtîgeha Gûayaqûîlê çar rojan şerekî giran qewimî bû û 31 girtiyan jiyana xwe ji dest dabûn.

Back to top button