Hêzên 1’ê Îlon Roja Aştiyê ragihandin, niha pêşengtiya şer dikin

Gelek rojên weke 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê hene, lê em nikarin di rastiya wan de bigirin dest. Hêzên vê rojê ragihandin, pêşengtiya şer dikin. Şerê niha tê kirin jî, şerê Modernîteya Demokratîk û Kapîtalîzmê ye ku hemû hêzên cîhanê di şexsê fikrên Rêber Apo de, li dijî gelê Kurd didin meşandin.

Di dîrokê de gelek rojên taybet û diyar ên weke roja parastina mafên zarokan, roja parastina jîngehê, roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jînê û gelek rojên din hene.

Yek ji wan jî Roja Aştiyê ya Cîhanê ye.

1’ê Îlonê roja aştiya cîhanê, ji sala 1981’ê ve wekî roja li dîjî şer tê pêşwazîkirin.

Ne tenê 1’ê Îlonê, her wiha 21’ê Îlonê û 1’ê Çîleyê jî di heman çarçoveya aştiyê de hatin diyarkirin.

Ev roj her sal bi çalakiyên cur be cur tê pîrozkirin.

Lê tevî ku ev roj, Roja Aştiyê ya Cîhanê ye jî, her roj li seranserê cîhanê jin û zarok tên kuştin, gelên kêmenetew dibin gef.

Bi taybet li Kurdistanê her cure qirkirin ji aliyê hêzên dagirker ve li ser jin, zarok, erdnîgarî û xwezaya Kurdistanê tê meşandin.

Dema ku em lê dinêrin, ew hêzên ku vê rojê îlankirine, niha bi xwe serwerî û pêşengtiya vî şerî dikin.

Dewleta Tirk a dagirker, hemû teknîka pêşketî ya NATO’ê, çekên qedexekirî yên kîmyawî êrişî gelê Kurd û xaka Kurdistanê dike.

Li beramberî şerê tê meşandin şerkirin zehmete.

Ji ber ku şerê tê kirin ne tenê şerê bejahiye, şerê hewayî û şerê çekên kîmyawî ye.

Di esas de ev şer li ser fikrê Rêber Apo tê meşandin.

Ji ber ku di cîhanê de kesek wiha weke alternatîf derketiye û dixwaze carek din heqîqeta xwezayê û mirovahiyê li destpêka heyî vegerîne, hêzên heyî vê yekê ji bo xwe weke astengiyek dibînin.

Ger aştî û aramiyek bikeve cîhanê wê nekare şer bide meşandin.

Ji bo wê niha di şexsê Rêber Apo de gişti gelê Kurd di hedefê de ye.

Dema em lê dinêrin tecrida dijî Rêbertî, qetliamên ser jin û zarokan ku hemû jî ji mafên xwe yên heyi bê par diminin.

Rexmê ku li cihanê zagon û huquqên ji bo mafê mirovan hene jî, lê dema mijar dibe gelê kurd ev yek ji gelê Kurd re rewa tê ditin.

Ji bo wê jî ev xeteriyek mezine ku tevahi cihan çavê xwe lê digirin.

Divê têkoşinek berfireh were meşandin bi taybet divê jin pêşengtiya wê bikin ku ev sedsala 21’an weke sedsala jinê tê hesibandin.

Bi wê ve em bikarin azadiya fiziki ya Rêbertî bi destbixin.”

Back to top button