Şêniyên Qamişlo: Heta dawiyê piştgiriya berxwedana gerîla bikin

Şêniyên Qamişlo piştgiriya berxwedana gerîla ya li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku hesabê ji dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên wê yên li dijî erdnigarî û gelê Kurdistanê, bipirsin.

Perwîn Cemîl destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên azadiyê êrişên qirkirina Kurdan in û got:

“Berxwedana gerîla mafekî rewa ye, gerîla keç û xortên me ne û em ê heta dawiyê li kêleka wan bin.

Em ji dijmin re dibêjin ku êrişên wî nikarin berxwedan û îradeya me ya pêkanîna serkeftinê, têk bibin.”

Ebdulselam Ebdo jî da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyê,PDK’ê wek amûrekê ji bo pêkanîna planên xwe bi kar tîne, ji ber wê jî divê PDK’ê ji rêya îxaneta bi Kurdan re derkeve.

Cemîl Yûsif êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir, bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiquqî kir ku hesabê ji dagirkeriya Tirkiyê bipirsin.

Back to top button