Endamên Kongra Star: Ji bo azadiya Rêber Apo heya dawiyê têbikoşin

Endamên Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê tecîrda li ser Rêber Abdullah Ocalan wekî tecrîda li ser jinan nirxandin û gotin, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê jin li qadên çalakiyan bin.

Emel Îsmelî diyar kir saziyên ku mafê mirovan diparêzin li hemberî tecrîdê bê dengin û anî ziman ku heya agahiyek ji Rêber Apo neyê girtin wê ew ê her tim li ser piyan bin.

Elîf Mihemed jî destnîşan kir ku armanca rejima Tirk ji tecrîdê ew e ku nahêlê ramanê Rêber Apo li cihanê belav bibe û got:

“Em tecrîdê şermezar dikin û em jin ku her tim li qadan bin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çi ji me were xwestin em ê bikin.”

Leyla Îbiş diyar kir ku tecrîda ku li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin li ser tevahî gel e û anî ziman ku ji bo azadiya Rêber Apo heya dawiyê têbikoşin.

Newroz Heşêm jî bang li tevahî jinên cihanê kir ku ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî têkoşînê bilind bikin. Heya Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe divê rûniştin nebe.

Back to top button