FT: DYA difikire, wezîrê parastinê yê Çînê ji erk hatiye girtin!

Wezîrê Parastinê yê Çînê Li Şangfu ev sê hefteye xuya nake.
Di nava mehên derbasbûyî de, Wezîrê karê Derve Qin Gang jî di carekê de winda bûbû û di maha Tîrmehê de ji erk hatibû girtin.
Amerîka difikire ku derbarê Wezîrê Parastinê de lêpirsîn hatiye despêkirin û ji kar hatiye girtin.

Hikumeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) di wê baweriyê de ye ku derbarê Wezîrê Parastinê yê Çînê Li Shangfu de lêpirsîn hatiye despêkirin û ji aliyê rêveberiya Pekînê ve ji erk hatiye girtin.

Demek kin piştî weşandina nûçeya Financial Times, ku li ser bingeha rayedarên Amerîkî bû, Balyozê Amerîka li Japonê Rahm Emanuel li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal got;

Ev 3 heftene ne dîmen û ne jî dengê Li ne hatiye pihistin.

Emanuel diyar kir ku dibe wezîr di hepsa malê de be.

Di mehên dawî de Wezîrê Karê Derve yê Çînê Qin Gang bêyî zelakirinek were kirin winda bû û di meha Tîrmehê de ji erk hate girtin.

Çîn jî di Tîrmehê de fermandariya Hêza Roketan, yekîneya leşkerî ya ku ji çekên nukleerî yên welêt berpirsiyar e, guhert.

Fermandarê berê Li Yuchao bi hefteyan beriya guhertinê dev ji derketina li gel berda û di nûçeyên ji kar avêtina wî de ji ajansa fermî ya Xinhua ti daxuyanî neda.

Rojnameya Times herwisa belav kir ku sê berpirsên Amerîkî û 2 kesên hay ji îstixbaratê hene, gotine;

Amerîka qane bûye ku Li Shangfu ji posta xwe ya wezîrtiyê hatiye dûrxistin.

Wezîr Li 15’ê Tebaxê ji bo beşdarî konferansa ewlehiyê bibe çû Rûsyayê.

Piştî du rojan, hikumeta Belarûsî wêneyên hevdîtina Li bi Serokê Belarûsî Alexander Lukashenko re li Mînskê belav kirin.

2018’an bi hinceta ku teknolojiya leşkerî ya Rûsya kiriye ji aliyê Serokê berê yê DYA Donald Trump ve ceza lê hatibû sepandin.

Li jî anîbû ziman ku heta cezayên li ser wî neyê rakirin ew ê bi hempîşeyê xwe yê Amerîkayê re necive.

Back to top button