Ann Linde: Êrîşên Tirkiyê bandorê aramiya herêmê dike

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Linde ragihand ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bandorê li ewlehiya sivîlên herêmê dikin.

Li ser êrişên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê jî Linde wiha got :

“Iraq van salên dawî kete bin bandora şerekî giran û li gel aloziyên herêmî aramiya wê bi rengekî neyînî bi bandor bû.

Girîng e ku hemû alî hurmetê nîşanî serweriya Iraqê bidin”

Linda di dawî de bang li Dewletên navneteweyî kir ku li hember van êrîşan helwesteke cidî nîşan bidin .

Back to top button