Dayikên şehîdan ên ji Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gorên şehîdan şermezar kirin û weke sûcekî dermirovî bi nav kirin.
Meha Abdullah dayika şehîd Casim Qere Mihemed e ku di hemleya rizgarkirina Dêrazorê ji DAIŞ’ê de şehîd bûbû, kiryarên dewleta Tirk a dagirker ên wêran-kirina gorên şehîdan şermezar kirin.
Edla Îbrahîm jî got şehîd pîroz in û nahêlin dewleta Tirk derbasî goristana şehîdan a paqij bibe û kiryarên xwe yên dermirovî û der-exlaqî pêk bîne.
Her wiha tiştên kirine jî sûcê şer in.
Edla destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker mîna çeteyên DAIŞ’ê di dema serweriya wan li herêmên Sûriyê de gorên şehîdan wêran kirin.
Cîhan Mihemed jî binpêkirinên dagirkeriyê şermezar kirin û piştrast kir ku wan kezeba xwe di oxira rizgarkirina xakê ji çeteyan de daye.
Dayikên şehîdan ên minbicê
êrîşên dewleta tirk ên li dijî gorên şehîdan sûcekî dermirovî ye