Şandeyeke Fransî ya Mafnasî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Şandeyek Fransî serdana herêma bakur û rojhilatê Sûriyê kir û li gel berpirsên Rêveberiya Xweser hevdîtin pêk anî.
Her du aliyê rewşa siyasî, ewlehî û leşkerî gotûbêj kirin.
Şandeya fransî got ku ew ê piştgiriya darizandina girtiyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên QSD’ê bikin.

Roja Pêncşemê şandeyeke Fransî ya mafnasî serdana herêma bakur û rojhilatê Sûriyê kir.

Şande bi serkêşiya serokê Rêxistina Parêzerên Bêsînor Masiyo Bagard û Martin Rûbîn endama komeleya malbatên Fransî ya bi karûbarên DAIŞ’yan re mijûl dibe, pêk hat.

Şande ji aliyê desteya karên derve ya Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtina her du aliyan de bi taybetî rewşa siyasî ya bakur û rojhilatê Sûriyê û nêrîna rêveberiya xweser a çareseriya siyasî ji Sûriyê re hat nîqaşkirin.

Her wiha tekoşîna li dijî terorê û rewşa ewlehî û leşkerî ku Rêveberiya Xweser pê re rû bi rû dimîne hat gotûbêjkirin.

Bedran Çiya Kurd: Têkiliya me bi gel û hikûmeta Fransayê re baş e

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd di hevdîtinê de axivî û wiha got:

Têkiliya me li gel hikûmeta Fransayê baş e.

Armancên me yên hevbeş ên li dijî terorê hene û bi rengekî dorveger li gel hev mijarên hevbeş gotûbêj dikin.

Çiyakurd di nava axaftina xwe de bal kişand li ser êrişên tirkiyê li swer herêmê û wiha domand: Dewleta tirk bi rengekî domdar bi balafiran êrişî sivîl, karmend û saziyan dike.

Binesaziya herêmê û çavkaniyên enerjiyê wêran dike.

Li hemberî topbarana tirkiyê civaka navdewletî bê deng e.

Armanca tirkiyê ji van êrişan ewe ku ji nû ve çeteyên DAIŞ’ê zindî bike û êrişî QSD’ê û baregehên hêzên koalisyonê bike

Bedran Çiya Kurd: Girtiyên DAIŞ’ê li ser herêm û cîhanê gefeke cidî ye

Her wiha Bedran Çiyakurd qala dadgehkirina girtiyên Daiş’ê yên di girtîgehên QSD’ê de jî kir û got:

“Girtiyên Daiş’ê li ser herêm û cîhanê gefeke cidî ye.

Divê civaka navneteweyî destek û piştgiriyê bide biryara dadgeha Rêveberiya Xweser a darizandina girtiyên DAIŞ’ê”

Serokê Rêxistina Parêzerên bêsînor: Em ê piştgiriyê bidin darizandina DAIŞ’ê

Serokê rêxistina parêzerên bêsînor Masiyo Bagard jî axivî û got:

“Pêwîst e civaka navneteweyî destekê bide Rêveberiya Xweser.”

Masiyo Bagard diyarkir ku Rêveberiya Xweser bi karekî mirovî radibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Darizandina DAIŞ’ê di dadgehên xwecihî û navdewletî de gava herî rast ber bi dadmendiyê ve ye.

Em ê bi her awayî piştgiriya bidin darizandina girtiyên DAIŞ’ê.”

Back to top button