Bi sedan şêneyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê 4 şehîdên Hêzên Erka Xweparastinê li goristana Şehîdan a Şedadê spartin axê.
Leşkerên Hêzên Erka Xweparastinê Amir Mihemed, Basim Mihemed, Abdullah Mihemed û Ebas Elî, dema li ser erka xwe bûn şehîd bûn.
Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ji bo oxirkirina cenazeyên şehîdan li goristana şehîdan a navçeyê merasîmek li dar xist.
Li goristanê, Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehîdan xwend û rasedestî malbatên wan kirin.
Şêniyan nimêj li ser cenazeyan kirin û piştre di nava sloganan de cenaze hatin oxirkirin.