Rojnamevan Umêd Beroşkî beramberî fîdye hate berdan

PDK li Başûrê Kurdistanê revandin û binçavkirina rojnamevanên muxalîf êdî rojane bûye.
Ev siyaset jî ji aliyê desthilata PDK’ê ve tê pêkanîn
PDK vê carê rojnamevan Umêd Beroşkî binçavkir.
Lê ji ber zextên raya giştî beramberî dayîna fîdye ku şêwazê dewleta Tirk a dagirker he Beroşkî berda.

Li başûrê Kurdistanê revandin, girtin û zextên desthilata PDK’ê ya li dijî rojnamevanên mûxalîf didome.

Doh hêzên çekdarên PDK’ê bi ser mala rojnamevan Umêd Beroşkî de girtin û ew binçav kir.

Binçavkirina rojnamevan Beroşkî ya ji aliyê çekdarên PDK’ê ve ji aliyê sazî û rêkxistinên civaka sivîl, rêkxistinên rojnamevanan ve li rastî bertekek tund hat.

Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên serbixwe (RONÛS) binçavkirina rojnamevan Umêd Beroşkî bi tundî şermezar kir û got;

“Binçavkirina rojnamevan Umêd Beroşkî û hemû rojnamevanan karekê nemirovane ye û êrişkirina ser azadiyê ye. Divê rayedarên herêmê di zûtirîn dem de Umêd Berdin.”

Piştî bertekên raya giştî PDK bi şêwazê dagirkeriya Tirkiyê ku niha li Efrînê pêktînê beramberê dayîna pereyan Umêd Beroşkî berda.

Rojnamevan Umêd Beroşkî ji aliyê PDK’ê ve hate binçavkirin

Back to top button