Ev 122 roje agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Ji xwe ev 122 roje agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin ku PDK wî revandiye.

Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 122 rojin agahî nayê girtin.

Tevî hemû bangan jî PDK nahêle malbat û parêzer rojnamevan Silêman Ehmed hevîdîtin pêk bînin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di ragihand ku ew herî dawî 2’yê Çile tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan.

Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin. Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadwer.

Ajansa rojnewsê ragihand ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.

121 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button