Nivîskar Azad Pênciwênî: Divê hemû Kurd li dijî dagirkeriyê zêdetir têkoşînê bikin

Nivîskar û hunermend Azad Pênciwênî derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê axivî û got: “PKK di nava serma û germayê de singa xwe ji bo parastina Kurdistanê dide ber guleyan.
Ger gelê Kurd bi giştî vê berxwedanê bike, kes nikare me têk bibe.”

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê zêde dibin.

Her wiha roj bi roj baregeh û navendên artêşa Tirk ên li nava xaka Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê berfirehtir dibin.

Beriya du rojan balefirên dewleta Tirk a dagirker sînorê Dihokê bombebaran kir û du welatî şehîd bûn.

Lê careke din hikûmeta Başûr û Iraqê derbarê şehîdxistina her du welatiyan, bêdengiya xwe hilbijartin.

Nivîskar û hunermend Azad Pênciwênî derbarê siyaseta dewleta Tirk ya li dijî gelê kurd de axivî.

“Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk li ser başûr zêde dibin”

Azad Pênciwênî diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê zêde bûye û got:

“Em dibînin bi eşkere dijminê dagirkeriya Tirkiye rojane bi balefirên şer êrişî sînorên Herêma Kurdistanê dike. PDK bêdeng dimîne.

Lê PKK di nava serma û germayê de singê xwe ji bo parastina Kurdistanê li ber guleyan dike mertal.

Ger gelê Kurd bi giştî vê berxwedanê bike, kes nikare me têk bibe.”

“Her kesê ku dagirkeriyê qebûl bike mirov nayê hesbandin”

Nivîskar û hunermend Azad Pênciwênî da zanîn ku li hemberî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ên ku sivîlan didin kuştin, her kes bêdeng e û ev tişt got:

“Mixabin gelê Kurd êdî gelek kêm helwestekî neteweyî nîşan dide.

Rêber Ocalan rast dibêje, reva ji Kurdbûnê tirsonekiye.

Her kesê ku dagirkeriya dewleta Tirk qebûl bike û ji vê rastiyê bireve, tirsoneke.

Kesê tirsonek jî mirov nayê hesibandin.”

Back to top button