Şêniyên kantona Cizîrê: Wê tecrîd negihije armancên xwe

Siyasetmedarên kantona Cizîrê destnîşan kir ku dê hewldanên gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têk bibin û got: “Rêber Abdullah Ocalan ji bo nifşên din Îmralî veguhast çira.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulqadir El Şaban diyar kir ku wê tecrîda îmraliyê negihije armancên xwe û got:

“Pêkanîna Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziyên herêmê tov e. Îradeya gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têk bibe.”

Her wiha endamê rêveber ê PYD’ê Fadil El Ehmed jî diyar kir ku tecrîda li îmraliyê dermirovî ye û bêhiqûqî ye.

Endamê PYD’ê Faris El Şêt jî armanca tecrîdê wiha nirxand:

“Dewleta Tirk a dagirker bi tecrîa giran dixwaze gel li wî dûr bixe û îradeya gel têk bibe. Lê belê ew nagihîjin armancên xwe. Rêbertî girtîgeha Îmraliyê ji bo nifşên din veguhast çira. Em jî bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawer in.”

Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam e

Back to top button