Komek ciwanên Kurd ketin avahiya CPTˊyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê û ji bo azadiya Rêber Apo pêk anîn.
Çalakvan bi posterên Rêber Apo û pankartên ji bo azadiya fîzîkî hildan.
Xwepêşandan danê sibehê saet di 10:00’an de dest pê kir û bi qasî 2 saetan dewam kir.
Polîsan bi xazê û çopan êrişî çalakiya ciwanan kir.
Ciwanan têkildarî çalakiyê daxuyanî dan û gotin,
Rêber Apo 25 sal e di pergala êşkenceyê ya Îmraliyê de dîl tê girtin.
Bi tu şert û mercî destûr nayê dayîn ku Rêber Apo bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.
Qaşo Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) guh nade pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên li Îmraliyê.
Ciwanan diyarkirin ku wê çalakiyên xwe bidomînin û gotin:
Divê Ewropa dev ji vê polîtîkaya qirêj a li ser Rêber Apo berde.