“Piştî rizgarkirina Minbic hemû saziyên xizmetguzerî hatin aktîfkirin”

Piştî rizgarkirina Minbicê Rêveberiya Sivîl a Minbicê di hemû qadan de destkeftiyên mezin bi dest xistin.
Her wekî hevgirtina pêkhateyan xurt kir.

Pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê ku di havîna 2016’an de pêk hat, serketineke stratejîk bi xwe re anî.

Piştî rizgarkirinê Rêveberiya Sivîl a Minbicê di hemû qadan de destkeftiyên mezin bi dest xistin.

Bi rizgarkirinê re, Meclisa Sivîl a bajar û gundewarê Minbicê ya ku di Nîsana 2016’an de hatibû avakirin tavilê dest bi kar kir.

Wekî gava pêşîn meclisê bermahiyên şer rakir û saziyên ewlehî û xizmetguarî aktîf kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Mihemed Xêr Şêxo têkildarî mijarê axivî .

Li gor Mihemed Xêr Şêxo Meclisa Rêveber tevahî saziyên xizmetguzariyê aktîf kirin.

Ji wê zêdetir binsaziya herêmê nû kir.

Xêr Şêxo di axaftinên xwe de bal kişand ser xebatên Komîteya Hundirîn jî .

Bi gotina wî Piştî rizgarkirinê dibistan jî ji nû ve hatin sererast kirin.

Mihemed Xêr Şêxo qala xebatên komîteyên din jî kir û got:

“Komîteya Çandiniyê di salên dawîn de xizmet pêşkêşî bi hezeran cotkaran kir.

Komîteya Kar û Barên Civakî jî roleke mezin di avakirina kampan de lîst û pêwîstiyên koçberan bi cih tîne.

Dîsa jî nîvîsgeha xebitandinê aktîf kir ku di salên borî de derfetên kar ji gelek ciwanan re peyda kirin.”

Mihemed Xêr Şêxo herî dawî got:

“Di dema serweriya komên çete de rewşeke aloz û fitine di nava pêkhateyên bajar de hatibû avakirin.

Lê îro tevahî pêkhate bi hev re dijîn û di Rêveberiya Xweser de cih digirin.”

Rizgarkirina Minbicê rêya herî girîng a ku çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê di rêya Tirkiyeyê re dighand derve qut kir.

Her wiha qonaxeke mezin di şerê li hember xetereya li ser cîhanê de bû ku bi hilweşandina “paytexta xîlafetê” tacîdar bû.

Şervan Derwîş: Me di nava 7 salan de gavên mezin avêtin

Back to top button