
Bi armanca sînordarkirina belavbûna vîrûsa Coronayê, Zîmbabweyê dest bi berdana 3 hezar girtiyan kiriye.
Hikûmeta Zîmbabweyê duh bi efûyeke serokatiyê, dora 400 girtî ji zindana Chicorobee ya li bajarê Harareyê berdan.
Li gorî efûyê, sûcên zayendî, kuştin, xiyanet û bazirganiya mirovan ne di nav de, hemû girtî dê bên berdan.
Efûya serokatiyê her wiha serbestkirina tevahiya jin û astengdarên xwedî sûcên sivik, digire nava xwe.
Serokê Zîmbabweyê Emerson Mangagua darazên bidarvekirinê yên gelek girtiyan jî, daxistin sizaya heta hetayê.
Li zindanên paytexta Zîmbabweyê Harareyê digel rewşeke mirinê, 173 rewşên pêketinê hatine tomarkirin.