Desteya Rêveber a Şengalê: Ji bo xweseriya Şengalê em ê têbikoşin

Desteya Rêveber a Şengalê diyar kir ku ji bo xweseriya Şengalê ew ê têkoşînê bikin..

Desteya Rêveber a Şengalê encamanameya civîna xwe ya 16’ê Nîsanê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Desteyê diyar kir ku civaka Êzidî wê lihevkirina hikûmeta Iraq û PDK’ê bi ti awayî qebûl neke.

Her wiha destnîşan kir wê civaka xwe ya Êzidî bê parastin nehêlin.

Desteya Rêveber a Şengalê teqez kir ku heta mîsogerkirina Xweseriya Şengal û azadkirina jiyana gelê xwe, ew ê her û her li ber xwe bidin.

Back to top button