Keştiyên şer ên Brîtanî meha bê diçin Deryaya Reş

Li gel zêde-tengijîna di navbera Rûsya û Ukraynayê de, Brîtanya hejmarek keştiyên xwe dişîne Deryaya Reş.

Li gorî rojnameya “Sunday Times” a Brîtanî, London dê meha bê, keştiyên xwe yên şer ber bi Deryaya Reş ve rê bike.

Heman çavkaniyê diyar kir ku “bicihkirina van keştiyan li beramberî beravên Ukraynayê, ji bo piştgiriya bi Kiev û endamên NATOyê yên li herêmê ye. Nemaze piştî betalkirina biryara belavkirina 2 keştiyên Amerîkî ji aliyê Joe Biden ve, ku; dibe piştî belavkirina hêzên Rûsî alozî kûrtir bibe”.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê jî diyar kir ku, hikûmeta wî li rex Ukraynayê çavdêriya rewşê heyî dike û bang li Rûsyayê kir ku asta şerê xwe kêm bike.

Back to top button