Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derbarê 15’ê Sibatê Roja Qirkirina Kurdan nirxandin kir.
Dûran Kalkan diyar kir ku Rêber Apo bi têkoşîna piralî,komplo û hêzên komploger teşhîr kirin û planên wan vala derxist.
“Em niha di 25 saliya komployê de pêngava ku armanca xwe azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye pêşwazîdikin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkîldarî salvegera 25’an a komploya navnetewî ya 15 Sibatê ji ANF’ê re axivî.
Dûran Kalkan şehîdên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî bikin’ bibîr anî û berxwedana Rêber Apo ya Îmraliyê silav kir.
Kalkan destnîşan kir ku komploya navneteweyî xwedî armanca êrîşeke tunekirinê bû û got:
“Êrişeke ku ji zihniyet û siyaseta qirkirina Kurd derketiye holê bû.
Ev zihniyet û siyaset bi Peymana Lozanê ya 1923’yan xistin meriyetê.
Rêber Apo 15’ê Sibatê weke “Roja Qirkirina Kurdan” pênase kir.
Êrîşa provakatîf a li dijî Şêx Saîd a 15’ê Sibata 1925’an bi vî rengî pênase kir.
Êrîşa komploya navnetewî ya li dijî Rêber Apo jî dewama wê û temamkirina qirkirinê bû.
Niha ev êrîşa qirkirinê 15’ê Sibatê wê bikeve sedsaliya xwe.”
Kalkan: Bi komployê xwestin Rêber Apo tune bikin
Dûran Kalkan bi berfirehî dîroka serhildan û berxwedana gelê Kurd a li dijî vê êrîşa qirkirinê rawestiya û bi vî rengî qala armanca komployê kir:
“Bi komployê xwestin Rêber Apo tune bikin.
Ji ber ku nikarîn di pêvajoya navbera 9’ê Cotmeha 1998’an û 15’ê Sibata 1999’an de vê yekê bikin, hewl dan bi darvekirinê bikin.
Biryara komplogeran teqez bû, ku Rêber Apo bê darvekirin.
Ji ber ku Rêber Apo komplo û hêzên komploger teşhîr kirin, rewş guherî.
Rêber Apo bi têkoşîna piralî, ew hesabên wan, ku digotin ‘di şeş mehan de wê PKK’ê tune bibe’ têk birin.
“Tevger û gel li dora Rêber Apo bûn xelek”
Civaka Kurd ji Rêber Apo dûr neket, berxwedana mezin a bi duruşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ pêk hat.
Tevger û gel li dora Rêber Apo bûn xelek.
Van bûyeran armanca darvekirinê ya 15’ê Sibatê pûç kirin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bi destê AKP’ê 24’ê Tîrmeha 2015’an bi navê plana çokdanînê xistin dewrê bibîrxist û wiha bidawî kir:
“Em niha di 25 salên van êrîşan de dibînin, ku tevahî êrîşên komploger hatine şikandin û pûçkirin.
Salvegera 25’an a Komploya Navnetewî bi pêngava ku armanca xwe azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye tê pêşwazîkirin.
Li her deverê gelê Kurd û dostên xwe li ser piyan e.”