Nivîskarên Misirê: Tecrîd delîla duritiya pîvanê navnetewî ye

Pirspor û lêkolînerên ji Misirê destnîşan kir Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan delîlê dualîtiya pîvanên navneteweyî ye û pêşxistina berjewendiyên siyasî û komployan li ser nirx û rêgezan e.

Nivîskarê ji Misirê û pirsporê dozên kêmneteweyên li Rojhilata Navîn Îhab Etallah li ser mijarê got:

“Em nikarin doza Rêber Abdullah Ocalan ji rewşa mafên mirovan a li Rojhilata Navîn cuda bibînin.

Divê ev pîvan li gel guhertinên herêmî û navneteweyî yên ku pîvan guhertin, di ber çavan re derbas bikin. Êdî pîvana cotstandartiyê li piraniya dozên mafên mirovan, bûye rêgez.”

Nivîskar û dîroknasê ji Misirê Elî Ebû El Xeyr jî li ser vê mijarê wiha got:

” Hêzn komploger bi aliyê fîzîkî de Rêber Ocalan dîl girtin, lê nikarîn di aliyê ramanî de dîl bigirin an jî rêbertiya wî asteng bikin.

Rêber Abdullah Ocalan erka parastina mafên gelan girte ser xwe û karî hemû astengî û bendên li pêş xwe ji bo gihandina felsefe û ramanên xwe ji gelan re derbas bike.

Êdî komplo bêwate bûye.”

Di salvegera komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de çalakiyên Erebî dê bên li dar xistin

Back to top button