Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 95 rewşên nû yên vîrûsa Coronayê hatin tomarakirin.
Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 95 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin û 13 kesên din ji Coronayê baş bûne
Ew jî;
- 23 li Hesekê
- 21 li Qamşlo
- 18 li Dêrikê
- 14 li Reqa
- 5 li Kobanê
- 4 li Minbic
- 4 li Tebqa
- 2 li Rimêlan
- 2 li Girkê Legê
- 1 li Til Temir
- 1 li Amûdê
Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 1304’an, 363’an ji wan baş bûne û 55’an jî jiyana xwe ji dest daye.