Artêşa Tirk li Amed û Şirnexê bi rojane daristanan dişewitîne

Artêşa Tirk a dagirker bi hinceta şerê li herêmê, rojane daristanên Lîceya Amedê, çiyayê Gabar û Cûdî yên Şirnexê dişewitîne.

Hate gotin ku agir li herêma navçeya Basanê ya Şirnexê serê vê sibê vêxistine.

Di navbera bajaroka Findikê û gundê Bana û mezrika Şêwe ya gundê Şehrikayê Çiyayê Gabarê belav bûye û hîn jî didome.

3 roj berê jî dîsan çiyayê Gabarê hatibû şewitandin.

Duh jî dîsa leşkerên artêşa dagirker agir bi daristana li herêma Navçeya Licê ya Amedê xistin.

Dewleta Tirk gundiyên ku xwestin ku agir vemirînin jî asteng dike û ji xwe re li şewatê temaşe dike.

Li aliyê din, li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê jî agir bi daristanê Girê Milka Tîkerê ket.

Hat diyarkirin ku ji ber gulebarandina leşkeran, şewat derketiye û li herêmê belav bûye.

Back to top button