Serokwezîrê Libnanê istifaya hikûmetê bi şêweyekî fermî ragihand

Teqîna ku li paytexta Libnanê Beyrûtê 4’ê Tebaxê Sêşema borî pêk hatiye, xemsariya hikûmeta heyî nîşan da. Her wiha hêrsa gel li hemberî hikûmet û berpirsyarên welêt zêde kir.

Îro jî serokwezîrê Libnanê Hesan Diyab bi şêweyekî fermî istifaya hikûmetê bi giştî ragihand.

Serokwezîrê Libnanê Hesan Diyab bi rêya konferanseke çapemeniyê derbarê aloziya Siyasî hinek xal zelal kirin.

Hesan Diyab diyar kir ku piştî teqîna bendera Beyrûtê em rûbirûyî kareseteke mezin man, li şûna ku hêzên siyasî li Libnanê bibin alîkar, tiştek nekirin.

Her wiha da zanîn ku fesad û gendeliya heyî ji dewletê mezintir e û wiha dewam kir;

Çîna siyasî baweriya gelê Libnanê wenda kir û welat deyndar kir.

Xwestin ku binkeftinên xwe bavêjin stûyê hikûmeta nû.

Di navbera me û guhertinê de dîwarekî pir mezin heye.

Tê zanîn ku di encama teqîna bendera Beyrûtê de herî kêm 158 kesan jiyana xwe ji dest dan û nêzî 6 hezar kes birîndar bûn.

Back to top button