Fermandariya Giştî ya QSD’ê diyar kir ku tevlîheviya li Dêra Zorê bi destê Hikûmeta Şamê û Tirkiyê pêk tê, lê hevgitina eşîran hemû hewildanên tevlîheviyê pûç kirin.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku tevlîheviya li Dêra Zorê derketî parçeyek ji palaneke demdirêj e ku ji aliyê hikûmeta Şamê û Tirkiyê ve pêk tê.
QSD’ê anî ziman ku hêdê ber çavê her kesî jî xwiya dike ku Tirkiye û Hikûmeta Şamê ji bo zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê li herêmê di hewildanan de ne.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê destnîşan kir ku ev planên qirêj ewlehiya herêmê û hemû pêkhateyên herêmê dike armanc.
Fermandariyê got ku hevgirtina eşîre û xelkên herêmê bi QSD’ê re, hemû planên tevlîheviyê ji kok ve pûç kirin.