Di salvegera komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de çalakiyên Erebî dê bên li dar xistin

Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Erebî da zanîn ku ew ê çalakiyên xwe di dema bê de, bi nêzîkbûna salvegera 25`an a komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan zêde bikin.

9’ê Cotmehê, salvegera 25’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.

Koordînatorê Komîteya Azadiya Rêber APO a Erebî Îlhamî Milêcî derbarê mijarê de wiha axivî:

“Serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan di serî de dê nakokiya di navbera Kurdan û dewleta Tirk a dagirker de.

Her wiha nakokiyên di navbera Kurdan û dewletên herêmê de bi rêya projeya neteweya demokratîk çareser bike.

Em amadekariya pirtûkekê dikin ku li ser 25 salin komployê di axive.

Pirtûk, sedem û şermercên damezirandina komîteyê û plansaziya wê çi ne, di nav xwe de digire.”

Der barê zehmetiyên li pêşiya wan derdikevin de El Milêcî got:

“Em hewl didin armanca komîteyê pêk bînin, da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.”

Back to top button