Besê Erzîncan: Armanc ji komployê têkbirina hêviyên azadiyê yên jin û gelan bû

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan diyar kir ku bi komplo û dîlgirtina rêber Abduhlah Ocalan xwestin
jinê bê vîn û îrade bihêlin û got: Bersiva herî mezin a ji komploya navneteweyî re bê dayin, fêhmkirin û bicihanîna xeta azadiya jinê ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bi wesîleya salvegera 25’emîn a komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin, nirxandin kir.

Besê Erzîncan bi bîr xist ku 9’ê Cotmeha 1998’an destpêka pêvajoya komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e û got:

Armanc ji komploya navneteweyî qedandina hêviyên azadiyê yên jin û gelan bû.

Rêber Apo 25 sal in li Îmraliyê di nava sîstema êşkence û qirkirinê ya hovane di hucreyekê de tecrîdkirî ye.

Li girava Îmraliyê ti pîvanên hiqûqî, mirovî û exlaqî nîne.

Besê Erzîncan diyar kir ku hêzên modernîteya kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe kesayetên pêşeng dixe nava sîstema êşkenceyê de û wiha domand:

Hêzên hegemon her cûre rêbazên tecrîd, îzolasyon û êşkenceyê têne bikaranîn.

Di şexsê Rêberê me de xwestin hemû hêzên azadîxwaz yên cîhanê çavtirsandî bikin.

Lewma têkoşîna li dijî tecrîdê wezîfeya hêzên demokrasî û azadiyê yên li tevahiya cîhanê ye.

Besê da zanîn ku sîstema bi serweriya mêr bi dîlgirtina Rêber Apo re plan kir ku jinan jî dîl bigire û ev tişt got:

Rêberê me bi parêznameyên li Îmraliyê re Konfederalîzma Demokratîk, modela neteweya demokratîk li ser bingeha azadiya jinê û pêşengiya jinê ya kolektîf diafirîne.

Pêşengiya jinê ya kolektîf pêşengiyeke ku bi hemû aliyan jin têkoşîneke hevpar dimeşînin.

Em jin, ji bo pêkanîna fikrên Rêberê xwe divê fikrên wî fêhm bikin û bi hemû hêza xwe kar bikin.

“Bersiva herî xurt ji komployê re bicihanîna xeta azadiya jinê ye”

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan anî ziman ku divê êkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan bê mezinkirin û wiha dawî lê anî:

Bersiva herî mezin a ji komploya navneteweyî re bê dayin, fêhmkirin û bicihanîna xeta azadiya jinê ya Rêber Abdullah Ocalan e.

Xwedîderketina jinan, her wiha tevlîbûna wan a bi biryar li nava têkoşînê gelekî girîng e û erênî ye.

Ev yek wê pêşketinên dîrokî bi xwe re bîne.

KCDK-E banga tevlîbûna çalakiyên 7-8’ê Cotmehê kir

Back to top button