KCDK-E banga tevlîbûna çalakiyên 7-8’ê Cotmehê kir

KCDK-E’yê daxuyaniyek weşand û ji bo çalakiyên ku di 7-8’ê Cotmehê de bi pêşengiya TJK-E’yê li dijî komploya 9’ê Cotmehê bêne lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sîstema êşkence û tecrîdê ya ku 25 sal in dewam dike, êrîşek li ser destketiyên gelê Kurd hemûyan e û hate gotin:

“Yekane çareserî ew e ku em Rêber Apo bikin bingeha têkoşîna xwe û têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî bilind bikin.

Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd, jin û ciwanan, gelên mezlûm û mirovahiyê ye.

Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê êşkence û tecrîda li ser gelê Kurd, jin, ciwanan, gelan û tevahiya mirovahiyê ye.”

KCDK’ê bêdengiya Konseya Ewropa û CPT’yê şermezar kir û got:

“Em bêdengiya Konseya Ewropa û CPT qebûl nakin. Ev bêdengî van saziyan jî dike şirîkê sîstema êşkenceyê.

Lewma em bêdengiya van saziyan şermezar dikin û bang li wan dikin ku tavilê wezîfeyên xwe bi cih bînin.”

“Fikrê Rêber Apo çareseriya hemû pirsgirikên Rojhilata Navîn e”

Back to top button