“Fikrê Rêber Apo çareseriya hemû pirsgirikên Rojhilata Navîn e”

Rewşenbîr û rûspiyên Helebê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin û gotin:
“Tenê Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe dikare gel bigihîne ewlehiyê û li hember pergalên zordest û netewperest bisekine.”

Hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid da zanîn ku Rêber Apo bi projeya xwe, mafên siyasî, çandî û civakî yên tevahî gelan li ser bingeha edalet û wekheviyê misoger kirin û got:

” Projeya Rêbertî ne li gorî projeya dewletên hegemon e.

Ji ber wê, komployeke navneteweyî ya mezin bi tevlêbûna hêzên mezin li dijî wî kirin.”

Leyla, bal kişand ser cudabûna her du projeyan û got: “Rêber Abdullah Ocalan bi ramana xwe banga yekkirina gelan dike.

Lê belê projeyên dewletên hegemon li ser parçekirina gelan ava dibin.

Ji ber wê Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya tevahî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û gelan e.”

Endamê Komîteya Rûspiyan a Helebê Elî El Hesen jî derbarê heman mijarê de diyar kir ku ramanê Rêber Apo ji bo têkbirina pergalên zordest ên dîktator û netewperest çekê yekane ye.

El Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî:

” Em hêvî dikin ku Rêber Ocalan di nav gelê xwe de be .”

Qamişlo-Dijî komploya navneteweyî ciwan daketin qadan

Back to top button