Şêniyên bajarê Tirbespiyê destnîşan kir ku li dijî êrişên qirkirinê xweparastin mafekî rewa yê pêkhateyên herêmê ye û got, divê gel xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bike.
Welatiyê bi navê Mistefa Silêman ê ji navçeya Tirbespiyê destnîşan kir ku dewleta Tirk a şerê qirkirinê li dijî pêkhateyên herêmê pêk tîne û got:
“Divê her kes li gor şerê gel ê şoreşgerî li hember êrişan li ber xwe bide û destekê bide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ji ber ku ev hêz bingeha parastina herêmê ye.”
Welatiya bi navê Nesrîn Temo jî diyarkir ku jin bi fikrê azad û şoreşgerî yê Rêber Apo ji zilm û koletiyê hatin rizgarkirin û wekî şoreşger xwe di hemû qadên jiyanê de dibînin.
Welatiyê bi navê Hisên Xalid destnîşan kir ku xweparastin mafekî rewa ye û divê her kes xaka xwe biparêze.