KCDK-E: Divê gelê Kurd dakeve qadan û kumkujiya li Konyayaê şermezar bikin

Der barê komkujiya ku duh li Konyayê de pêk hatibû, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E, Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) û Plaftforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) bang li gelê Kurd û her kesî kir ku li dij êrîşên nijadperestan dakevin kolanan û Tirkiyeya dagirker û qirker şermezar bikin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, di vê dema dawî de bi taybetî li dij Kurdan, êrîşên nijadperestiyê yek li dû yekê pêk tên.

12’ê Gulanê li taxa Bahçeşehîr a navçeya Meramê ya bajarê Konyayê, komkeke nijadperest ku ji 60 kesî pêk dihat, êrîşî malbata Kurd “Dedeogûllari” kiribû.

Duh jî, nijadperstan bi heman rêbazê êrîşî malbata “Dedeogûllari” kir.

Di encama êrîşê de, di nav de 3 jin, 7 kes hatin kuştin.

Êrîşkeran ji wan re gotibû, “Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn” û bi kevir, kêr û daran êrîşî wan kir.

Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

KCDK’ê da zanîn ku êrîş û kuştina Kurdên sivîl, bi destê dewletê pêk hatiye û got:

“Dewleta Tirk a qirker, faşîst û kujer şewata daristanan kir behane û êrîşên nîjatperestî belavî hemû Tirkiyeyê kir. Kuştina her 7 kesan, bi destê dewletê pêk hatiye. Divê gelê Kurd li her deverê rabin ser pêyan û nerazîbûnan nîşan bidin û dewleta Tirk a nîjatperest, qirker û serbir protesto bikin”

Ji aliyê xwe ve, KON-MED û FCK-BW-BAEYERN li dijî komkujiyê banga daketina kolanan û şermezarkirina bûyera kirêt li gel kir.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê-CÎK’ê jî bi daxuyaniyekê bang li misilmanan kir ku li dijî hovîtiyê mil bi mil li tenişta Kurdan bisekinin û şerê zilmê bikin.

Li aliyekî din, Plaftforma Kurdên Anatoliya Navîn-PKAN’ê daxuyaniyek da.

PKAN’ê anî da xuyakirin ku komkujiya duh, ji dewletê re hatiye kirin û armanca wê, bêdengkirin û serçemandina Kurdan û dadana agirê şerekî Kurdî-Tirkî ye.

PKAN’ê bang li her kesî kir ku li dij vê kirina hovane helwestê nîşan bide.

Back to top button