Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol

Îro 6`emîn Mîrhîcana Şehîd Yekta Herekol ya Şanoyê dest pê dike..
Di salên berê de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû..
Lê di salên dawîn de êdî li ser asta Kurdistanê tê lidarxistin.

Mîrhîcana Şehîd Yekta Herekol..

Mîhrîcan her sal ji bo birînanîna şanogerê Kurd şehîd Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) tê lidarxistin.

Di 5 salên berê yên mîhrîcanê de komên şanoyê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê beşdar dibûn..

Lê îsal rêya beşdarbûnê li pêşiya komên şanoyê yên ji çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê jî vekiriye.

Ji ber gef û êrişên dewleta Tirk û belavbûna Koronayê,

Ji sala 2015 di gelek qonaxan re derbas bûye ..

Ji ber êrişa dewleta Tirk li ser kantona Efrînê (2018) mîhrîcan wê salê nehat lidarixistin.

Di sala pey wê de (2019) mîhrîcana 4`emîn hat lidarxistin.

Di 2020`an de jî, ji ber belavbûna şewba Koronayê li gelek herêmên cîhanê, mîhrîcan dîsa nehat lidarxistin.

Di 2021′ê de mîhrîcana 5′emîn pêk hat..

Di 2022`yan de jî ji ber gefên dewleta Tirk mîhrîcan nehat lidarxistin.

Back to top button