NPG’ê bîlançoya şer a sala 2022’an eşkere kir

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel-NPG bîlançoya şer a 2022’an eşkere kir.
Fermandariyê diyarkir ku hêzên wan li dijî dagirkerean 3 hezar 34 çalakî pêkaniye. Di van çalakiyan de 2 hezar 942 dagirker hatin kuştin.
Her wiha NPG’ê ragihand ku di vê şerê de bi giştî 301 gerîla şehîd bûne.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel-NPG’ê bi daxuyaniyekî bîlançoya şer a 2022’an eşkere kir.

NPG’ê di daxuyaniya xwe de balkişand li ser berxwedana gerîla ya Zap, Metîna, Avaşînê û got:

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo li ser desthilatê bimîne li dijî Bakûr, Başûr û Rojavayê kurdistanê êrişeke toypyekûn a tinekirina kurdan daye destpêkirin.

Taybet jî li herêmên parastina Medya weke Zap, Avaşîn û Metîne ev du sale şereke dijwar diqewime û armancdikir ku hêza gerîla tasfiye bike.

NPG: Gerîla wê ti carî têk neçe ev careke din ispat bû

Lê gerîlayên Apoyî bi şêwazê tîm ve taybet li Bakurê Kurdistan aramancê dagirkeriya Tirk ê tinekirina gerîla vala derxistiye.

Rejîam AKP-MHP’ê ya ku armancdikir 2-3 hefteyan de li Zap, Avaşîn û Metînayê dagirbike û bigihêje armancê xwe, lê ev plana wan jî bi berxwedaniya gerîlayê fedaî yê APO yî ve vala hate derxistin û herî dawî li gelek deverên zapê reviyan bişt xwe jî mêzenekirin.

Ev berxwdaniya gerîla careke din ji her kesî re daxuaykirin ku wê gerîla têkneçe û têk naçe”

NPG: Hêzên me 3034 çalakî li dijî dagirkeran li dar xist

Navendê diyarkir ku reqemên ragihandina dewleta dagirker parvekirine derveyî rastiyêne.

NPG: Di çalakiyên 2022’an de 2942 dagirker hatin kuştin

NPG’ê ragihan ku di şerê 2022’an de gerîlayên azadiyê li dijî dagirkerean 3 hezar 34 çalakî pêkaniye. Di van çalakiyan de 2 hezar 942 dagirker hatin kuştin.

NPG: Di têkoşa sala 2022’an de 301 Gerîla şehîd bûn

Her wiha NPG’ê diyarkir ku di şerê 2022’an de li bakurê Kurdistan 64 gerîla, 237 gerîla ji wan 55 heval bi çekên qedexe û kîmyewî şehîd ketin. BI giştî di salekî de 301 gerîla şehîd bûne.

Di dawî de Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel-NPG’ê daxuyakirin ku berxwedana li Îmraliyê, ya gerîla, gel, têkişîna qad siyaseta demokratîk planên qirkirina faşîzma dagirkeriya Tirkiyê vala derxist. Ev yek wê destkeftiyên nû bi xwe re bîne.

Back to top button