Jinên Têkoşer: Em ê wesiyeta şehîd Zelal pêk bînin

Jinên perwerde li ser destê têkoşer şehîd Zelal Zagros dîtine soza xwe ya pêkanîna armancên şehîdan nû kirin û gotin: “Em ê jî ji bo rizgarkirina jinê ji zordestiya zilamsalarî her dem têkoşînê bikin.”

Endama Komîteya Perwerdê ya Minbicê Şems Berkel a ku li ser destê şehîd Zelal perwerde dîtiye wiha got:

“Şehîd Zelal her tim em xurt dikirin.

Ger wan Şehîd Zelal armanc kir, em hemû Zelal in.

Em ê jî ji bo rizgarkirina jinê ji zordestiya zilamsalarî têkoşîna xwe her dewam bikin.”

Endama Komîteya Xizmetguzariyê ya Xeta Farat a Minbicê Ebîr El Hesen jî anî ziman ku şehîd Zelal Meclisa Xeta Farat damezrand û wiha got:

“Şehîd Zelal bandoreke mezin di dilên me de hişt, em wê ji bîr nakin.”

Hevseroka Xeta Ebû Qelqel Hacer El Elî jî diyar kir ku vîna şehîd Zelal xurt bû û li hember tevahî astengiyan disekinî û wiha domand:

“Di oxira jinan de gelek têkoşîn kir û astengiyên heyî derbas kir. ”

Hevseroka Komîteya Lihevanînê ya Xeta Muhteriq Hemîde El Hemaş jî anî ziman ku ew ê wesiyeta Şehîd Zelal pêk bînin.

Cenazeyê Zelal Zagros li Hesekê hate oxirkirin

Back to top button