Li Zap û Metîna Gerîla li artêşa Tirk da

Li Zap û Metînayê, di encama operasyonên tolhildanê yê Gerîla de, bi dehan leşkerên dewleta Tirk hatine kuştin.
Di van çalakiyan de, çeperên ku leşkerên Tirk xwe lê bi cih dikirin, hatine rûxandin û pergela wan ji ber hev ketiye.

Ji Şehbayê bigire heta bi Qendîl, Zap û Metînayê, dagirkeriya Tirk êrişî Kurdistanê dike.

Balafirên şer, dron, top û heta bi Çekên Kîmityewî li dijî şervan û gerîlayên Kurd bi kar tîne..

Wer dike ku tu kes bi hêsanî nikare li ser erdê tev bigire, her kesê li ser erdê dike armanca çekên xwe.

Lê li ser erdê, bersiva gerîlayan ne ji rêzê ye.

“Li Metîna gelek leşker hatin kuştin”

Gerîla bi Operasyona Tolhildana Şehîdên Girê Hekarî ket nava leşkerên dewleta Tirk..

Çeper bi çeper rûxandin û hejmareke mezin a leşkeran hat kuştin.

Ew devera ku behsa wê tê kirin, bi mehane êrişên giran li dijî wê hene..

Lê tevî vê jî, Gerîla pergala Artêşa Tirk ji ber hev xist.

“Li Zapê 17 leşkerên Tirk hatin kuştin”

Ne tenê wiha, li Zapê jî bi navê çalakiya tolhildanê Gerîla li Artêşa Tirk da..

Li Girê Cûdî yê Zapê, li gorî çavkaniyên HPG’ê 17 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û 17 çeper jî hatin rûxandin.

Back to top button