Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê: Li hemberî komkujiya Sinûnê bê deng nemînin!

Komîteya Pêwendiyên Derve a KCK’ê êrişa li dijî Meclisa bajarokê Sinûnê ya Şengalê weke perçeyeke plana dagirkeriyê ya dewleta Tirk binav kir. Komîtê bang li raya giştî ya Kurdistan û hêzên Iraqê kir ku li dijî êrişan helwesteke xurt nîşan bidin. Her wiha Komîteyê bang li gelê başûrê Kurdistanê jî kir ku li dijî sûcên PDK’ê ên dermirovî helwestê nîşan bidin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Komîtê bi bîr xist ku di êrişa 15’ê Hezîranê de zarokê binavê Saleh Xidir Naso şehîd bûye û got; Rêjîma Tirk bi daxwaza jinûve avakirina dewleta Osmanî li her qadê êrişî gelê Kurd dike.

Ji van êrişan eşkere dibe ku li ser Başûrê Kurdistanê, ji Mûsil heta Kerkûkê planeke xwe ya dagirkeriyê heye.

Dewleta Tirk bi alîkaryia PDK’ê ku xwe gihandiye heta nava Iraqê, hewl dide plana xwe gav bi gav pêk bîne.

Dewleta dagirker ku li hemberî berxwedana gerîllayên PKK’ê têk diçe bi rêbazên dij mirovahiyê êriş dike.

Li dijî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne, bombeyan li gelê me yê Başûrê Kurdistanê dibarîne.

Kampa Mexmûrê a di bin berprisyariya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê de ye, bombebaran dike.

Zarok û xelkê me ên Êzdî dikuje.

Û plan dike ku Rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê: Iraq û hêzên cîhanî li hemberî êrişên dewleta faşîst bê deng in

Şefê rêjîma faşîst Erdogan ku sûdê ji bêdengiya hêzên cîhanê digre, êrişên xwe yên qirkirinê dewam dike.”

Komîtê diyar kir ku di rewşa heyî de Şengal di bin berpirsyariya Iraqê de ye û got; “Hikumeta Mistefa Kazimî ku her gavê behsa aramî û ewlehiya li Şengalê dike lê li pêşberî êrişên dewleta Tirk bêdeng e.

Ev helwest tê wateya erêkirina kuştina gelê Êzdî.

Bi qasî Iraqê, bêdengiya Neteweyên Yekbûyî jî hevkariya sûcên dewleta Tirk e.

Her wiha ji ber ku Amerîka rê dide bikaranîna qada ezmanî, ew jî di asta yekemîn de ji kuştina Êzdiyan berpirsiyar e.

Ji êrişa li Sinûnê tê fêmkirin ku di van komkujiyên dewleta Tirk de berpirsiya van hêzan heye.

Ji bo vê berpirsyariya xwe sivik bikin jî bêyî ku navê Tirkiyê bibêjin, ji bo Saleh Xidir Naso peyama sersaxiyê belav kirin.

Di serî de Amerîka, em bang li hêzên navneteweyî dikin ku êdî alîkariyê nedin êrişên dewleta Tirk.”

Komîteya Pêwendiyan a KCK’ê: Di êrişên li dijî Şengalê de rola PDK’ê heye

Komîtê diyar kir ku di êrişên li dijî Şengalê de rola PDK’ê jî heye û wiha dewam kir:

Tê zanîn di hemû êrişên li ser civaka Êzdî de roleke taybet a PDK’ê heye.

Ji xeynî dewleta Tirk, PDK û DAIŞ’ê tu hêzeke din li dijî îradeya azad a civaka Êzdî rabe tine ye.

Li hemberî vê siyasetê divê gelê me ê Kurdistanê û bi taybet ê Başûr dengê xwe bilind bike.

Back to top button