Xeteriya DAIŞ’ê ya li kampa Holê nayê dîtin

Kampa Holê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê herî xetere.
Neteweyên Yekbûyî, hêzên navneteweyî û ti dewlet xwe nadin ber vê berpirsyariyê
Tedbîrên bi temamî li ser milê Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê hatiye hiştin.

Kampa Holê bi 45 km’yî li rojhilatê Hesekê ji aliyê Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve di sala 1991’ê de hate avakirin.

Destpêkê di pêvajoya Şerê Kendavê de ji bo penaberên ji Iraqê dihatin hate bikaranîn.

Piştî êrîşa duyemîn a DYE’yê ya li ser Iraqê ku sala 2003’an hate kirin, pêleke mezin a koçberiyê rû da.

Kampa Holê careke din bû stargeh ji penaberan re.

Bi krîza Sûriyeyê re DAÎŞ’ê Hol dagir kir û weke navendekê ji xwe re bi kar anî.

Piştî ku malbatên çeteyên DAÎŞ’ê li kampê bi cih bûn gelek pirsgirêkan rû dan.

Li ser vê yekê li van kampan ji bo malbatên DAÎŞ’î beşên taybet hatin avakirin.

Kampa herî xetere ya li herêmê ye

Kampa Holê li Rojhilata Navîn kampa herî mezin û ya herî xetere ye.

Jinên DAÎŞ’î yên li vê derê dimînin, di nava rêxistiniya şaneyan a DAÎŞ’ê de ne.

Zarokên li kampê bi mejiyê DAÎŞ’ê têne perwerdekirin û zarokên mezin dibin hingî weke şaneyên DAÎŞ’ê bi karê rêxistinî tevdigerin.

Her wiha li kampê bi zarokên 14-15 salî re gelek jin bi rengê zewaca olî têne zewicandin.

Bi vî rengî dibêjin ku dixwazin hejmara xwe zêde bikin û DAÎŞ’ê li kampê ji nû ve geş bikin.

Jin vê yekê bi rengekî veşartî nakin, gelek caran bi rengekî eşkere vê dibêjin.”

Dewlet xwe nadin ber berpirsyariyê

Tedbîrên ewlekariyê û berpirsyariya malbatên DAÎŞ’î yên li kampê bi temamî li ser milê Rêveberiya Xweser, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê hatine hiştin.

Rêveberiya Xweser ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi salane bi wezîfeya misogerkirina parastina herêmê tevdigere.

Neteweyên Yekbûyî, hêzên navneteweyî û ti dewlet xwe nadin ber vê berpirsyariyê.

Bi taybetî zanin ku bi hezaran DAÎŞ’î ji gelek welatên cuda hatine.

Ev welat ji bo wergirtina welatiyên xwe jî heta niha neketine nava hewldaneke cidî.

Malbatên DAÎŞ’î ya divê bibin welatên jê hatine yan jî li dadgeheke navneteweyî bêne darizandin.

Tevî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê yekê bi salane tîne ziman jî heta niha nêzîkatiyeke bi vî rengî nehatiye nîşandan.

Qonaxa 3. a oparasyona ‘Mirovî û Ewlehiyê’ di roja 3 de ye

Back to top button