Rûspiyên Reqayê: Em bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re ne

Rûspiyên êlên ereb ên kantona Reqayê êrişên dagirkeriya tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Rûspiyên Reqayê gotin ku ew di hemû şert û mercan de bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re ne.

Li dijî êrişên dagirkeriya tirk li ser herêma bakur û rojhilatê Sûriyê şêniyên herêmê bi hêrs e û bertekan nîşan didin.

Derbarê êrişên dawîn ên dagirkeriyê de Rûspiyên kantona Reqayê axivîn.

Rûspiyê êla El Bû Esaf Hemed El Qerace got ku dewleta tirk bi awayekî hovane êriş binesaziya herêmê dike û wiha dewam kir:

Herêma me bakur û rojhilatê Sûriyê rastî êrişên giran ji aliyê dewleta Tirk, dîktetoriya osmanî ya nû ve hat.

Helwestên birûmet û fikirê azad û demokratîk gefê li dîktetoriya wan dixwe.

Ji ber vê yekê rejîma tirk êrişî herêma me dike û tola xwe hiltîne.

Rûspiyê êla El Begare Ferhan Hec da zanîn ku ew bi hêzên xwe yên QSD`ê re ne û ev tişt got:

”Dewleta Tirk dixwaze aramiya herêmê têk bibe.

Dixwaze herêmê bi giştî wêran bike û ewlehiya li bakur û rojhilatê Sûriyê xera bike.

Em bi dil û can bi hêzên sûriya demokratîk re ne.

Ji bo aramî û ewlehiyê û li dijî terorê destê me di destê şervanên QSD’ê de ye.

Em qala terorê dikin lê ew bi xwe terorîst in.

Dema binesazî û stasyonên sutemeniyê tên rûxandin.

Ev tê wateya ku dixwazin aramî û ewlehiya herêmê têk bibin.

Şêniyên Tebqayê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin

Back to top button