“Em kesên bi dijmin re tevkariyê dikin efû nakin”

Jinên kantona Cizîrê hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin û gotin:
“Yê ku hevkariya dijminê Kurdan bike em wî efû nakin.
Kiryarên PDKˊê dikevin xizmetî dijminên herêmê yên ku hewl didin gelên bi hev re dijîn qir bikin.”

Bedîa Elî ya ji navçeya Girkê Legê ya kantona Hesekê wiha got:

“Şerm e ku partiyeke Kurd hevkariya dijminên doza Kurdî bike û ji bo berjewendiyên xwe yên kesane li dijî gelê xwe komkujiyan pêk bîne.

Pêwîst e PDK’ê dev ji kiryarên xwe berde.”

Hikmiye Ebdî dazanîn ku ew kesên tevkariyê bi dijmin re dikin û li dijî Kurdan disekinin efû nakin û wiha dibêje:

“Kiryarên PDK’ê dikevin xizmetî berjewendiyên dijminên herêmê.”

Esme Murad jî destnîşan kir ku kiryarên PDK’ê êdî ne tiştekî nû ne û ji bo hemû Kurdên welatparêz xuya ne.

Li dawiyê dê PDK’ê wek dijminên gelê Kurd ên berî wê, têk biçe.

Dê serkeftina para kesên di oxira rizgariya Kurdistan û gelên wê de tê dikoşin be.”

Banga jinan li hember êrişên PDK: Bêdeng nemînin

Back to top button