Li Reqayê mirina kesekî din bi vîrûsa Coronayê hat ragihandin

Li Reqayê mirina kesekî din bi vîrûsa Coronayê hat ragihandin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa mirina kesekî li Reqayê bi vîrûsê ragihand.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesê mirî zilameke 48 salî ye.

Beriya niha, îro Dr. Ciwan Mistefa pêketina 19 kesên nû û mirina kesekî jî bi vîrûsê li herêma Cizîrê ragihand.

Bi van daneyên nû, hejmara pêketiyên Coronayê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bû 138 kes, ji wan 10 kes baş bûne û 7’an jî jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button