Di teqîna Beyrûtê de jimara miriyan gihişt 171 kesî

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê îro ragihand ku bîlançoya teqîna Beyrûtê gihişt 171 miriyan, her wiha hejmara kesên winda jî di navbera 30 heta 40 de yî.

Wezîrê Tendustiyê yê giştî Hemed Hesen di civîna bi berpirsiyarê awarte a WHO’yê Rick Brennen re got nêzî hezar û 500 birîndar pêdiviyên wan bi tedawiya baldar a taybet hene,

her wiha 120 birîndar hê jî di baldariya taybet de ne.

Di demeke berê de,

nivîsgeha çapemeniyê ya Wezareta Tenduristiyê ya Giştî ya Libnanê ragihandibû ku bîlançoya kesên di teqîna Beyrûtê de jiyana xwe ji dest daye 158 e û zêdetirî 6 hezar birîndar hene û kesên winda jî 21 kes in.

Back to top button