Zêdetirî 5 milyon kes bê kehrebe, gaz û av man e

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker bandorek mezin li jiyana gel kir. Navçe û bajarên kantona Cizîrê, stasyonên petrolê û gazê yên Tirbespiyê, Dêrik û Rimêlanê ji ber êrişan rawestiyan. Zêdetirî 5 milyon kes bê kehrebe, gaz û av mane.

https://hawarnews.com/kr/xisara-ji-ber-erisen-dewleta-tirk-en-li-ser-stasyonen-kehrebe-u-petrole-milyar-dolar-derbas-kir

Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker bandorên ku li gelê herêmê dike pir zêde bûye.

Stasyonên kehrebeyê li piraniya navçe û bajarên kantona Cizîrê, stasyonên petrolê û gazê yên Tirbespiyê, Dêrik û Rimêlanê rawestiyan.

Zêdetirî 5 milyon kes bê kehrebe, gaz û av man e.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê bi hemû derfetên xwe hewl da xebatan bi rêbazên alternatîf ji welatiyan re peyda bike.

Ji bo wê bîrên avê bi jeneratoran xebitandin ji bo ku avê bi rêya sahrîcan bigihînin welatiyan.

Her wiha tûpên gazê bi nirxê lêçûnê peyda kirin û bi awayekî bilez gaz ji welatiyan re peyda kir.

Stasyonên ku hatine hedefgirtin gelek girîng in, ji ber ku kehrebeyê ji aşxane, nexweşxane, bîrên avê û ji 8 navçeyên li rojhilatê kantona Cizîrê û beşekê Qamişloyê, Dêrikê û gundên derdorê re peyda dike.

“Zirar êrîşan milyar dolarî derbas kiriye”

Gerînendetiya Zeviyên Rimêlanê, hîna bîlançoya xisarên bombebaranê çêdike.

Li gorî berpirsekî gerînendetiyê, zirar milyar dolarî derbas kiriye.

Heman çavkanî destnîşan kir ku stasyonên navborî bi temamî rawestîne.

Heke amûrên pêwîst ji derve neyên peydakirin, xebitandina wan zehmet e.

Zirarên li stasyona veguhastinê ya Siweydiyê bûye 3 milyon û 500 hezar dolar, zirarên li stasyona veguhastinê jî bûne 2 milyon û 500 hezar dolar.

Para herî mezin a ziraran, a kargeha gazê û 12 torbînên gazî yên derxistina kehrebeyê bû ku bi temamî rawestiyan û heta niha rêjeya xisaran nehatiye diyarkirin.

“Meşandina kar li gel rewşa awarte”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Talet Yunis axivî û got:

“Li gel êrişan, Rêveberiya Xweser hewl da bandorên wê li ser welatiyan sivik bike.

Ji bo wê, xebatên xwe zêde kirin, di nava saziyan de rewşa awarte ragihand, av, mazot û nan peyda kir.”

Li rex wê jî li gorî Yunis aşkera kiriye, rêveberiyê bîr, firne, nexweşxane û aşxane bi rêya jeneratoran xebitandin.”

Stasyona elektirîkê ya Eyn Îsayê ji sedî 80 zirar dîtiye

Back to top button